Li Elmanyayê çalakiya ‘ji komirê re na’
Li Elmanyayê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina biryara sekinandina birîna daran a li Daristanên Hambachê û ji bo bikaranîna enerjiyê li dijî komirê çalakî lidarxistin.
Li Elmanyayê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina biryara sekinandina birîna daran a li Daristanên Hambachê û ji bo bikaranîna enerjiyê li dijî komirê çalakî lidarxistin.
Ciwan, malbat û kesên teqawîd bûyîn li daristanê li hev civiyan û serketina hiqûqê ya li dijî şîrketa RWE pîroz kirin.
Organîzatorên ku di nava wan te rêxistinên Bûnd û Greenpace ên derdor jî hebûn li bendê bûn ku 20 hezar kes beşdarî çalakiyê bibin. Herêma bi daristan li nêzî Aachenê ye û li vir wê konser û konferans werin lidarxistin.
Gelek polîs hatin herêmê û çalakî bi awayekî aştiyane hate lidarxistin.
Beriya rojekê Dadgeha Bilind a Îdare ya Bakurê Ren Vestfalya têkildarî birîna daran a li Daristana Hambachê biryara rawestandinê dabû. Di biryara dadgehê de hate gotin ku tu mafê şîrketa RWE nîne ku li Daristanên Hambachê daran bibire. Serlêdan ji aliyê Yekîtiya Parastina Xweza û Derdor a Elmanya (BUND) ve hate kirin, dadgeh wê serlêdanê lêkolîn bike û heta 2020 birîna daran rawestand.
Her çiqas ev biryar derbas ker jÎ be ji aliyê derdorparêzan ve weke serketineke rast tê dîtin. Bi dehan derdorparêz ev 6 sal in li daristanê di nava kampan de liberxwe didin. Di hefteyên dawî de polîsan li dijî derdorparêzan şidet bikar anî û ji herêmê derxistîbûn.