Li Elmanya û Qibrisê ji bo ‘Efrînê’ çalakî hatin lidarxistin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 19’an de didome. Li bajarê Lîmasal ê Qibris û Saarbrucken ê Elmanyayê êrîş bi çalakiyan hate protestokirin.

LÎMASOL

Bi dehan zarok li Navenda Çanda Kurd a bajarê Lîmasol ê Qibrisê li hev civiyan û nerazîbûnên xwe li dijî qetilkirina zarokan yên di êrîşa li ser Efrînê de nîşan dan.  Zarokên Kurd yên li bajarê Qibrisê dijîn 2 rojan neçûn dibistanê û êrîş protesto kirin.

Zarokan bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî Berxwedana YPG’ berz kirin.

Piştre zarokên ku li hev kom bûbûn heya Şaredariya Lîmasolê meşiyan û wêneyên zarokên li Efrînê hildan ên ku di êrîşan de hatine kuştin.

Zarokan bi van gotinan nerazîbûn xwe nîşan da;

“Fatma Xalid; “Tirkiye bombe û topan diavêje malan, zarok û mirovan. Mirovên ku vêya dibînin jî çav û guhê xwe digirin. Divê mirovahî li dijî vê bêdeng nemînin.”

Torîn Osman; “Em ji Efrînê hez dikin. Em Efrînê bernadin; dayik, bav, zarok wê Efrînê bernedin.”

Ehmed Derboş; “Ji ber bombardûma Tirkiyeyê zarok dest û lingê xwe winda dikin. Heman êrîş di sala 1974’an de li Qibrisê hebûn û niha jî li Efrînê didome û em naxwazin ev êrîş bidomin. Daxwaza me weke ku bila welatiyên Qibrisê li dijî vê bêdeng nemînin û ji bo Efrînê dengê xwe derxînin.”

Zubeyde Taşkin; “Em îro ji bo şermezarkirina êrîşên Erdogan yên li ser Efrînê li vir in. Ji ber lihevkirinên mezinan îro li Efrînê zarok têne kuştin.”

Dûrsûn Akşahîn; “Îro ji bo zarokên têne kuştin dayik digirîn. Heya ev bi dawî bibe em ê li qadan bin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Dema ku me dengê xwe gihand YPG’yiyan wê hêzê bigirin û bi ser bikevin.”

SAARBRUCKEN

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê li ber Parlamentoya Eyaletê kom bûn û êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê protesto kirin. Beriya mîtîngê nûnerên NCDK’ê bi Serokê Eyaletê ya Partiya Çep Jochen Falkus re civiyan û helwesta dewleta Elman rexne kirin û diyar kirin ku divê saziyên mafên gelan diparêzin bikevin nava tevgerê. Li ser navê NCDK’ê Dîlan Akgon axivî û daxwaza zextê ji Parlamentoya Eyaletê ji bo hikûmetê kir.

Flackûs jî diyar kir ku di rûniştinên parlamentoyê de wê Efrînê bikin rojeva xwe û wiha got; “Her dem em ê li gel gelê Kurd bin.”

Di mîtîngê de jî Parlamenter Oskar Laftonaîne êrîşên li ser Efrînê û bazirganiya çekan a hikûmeta Elman şermezar kir.