Li Elmanya û Komara Çek DAIŞ hat şermezarkirin
Li Elmanya û Komara Çek DAIŞ hat şermezarkirin
Li Elmanya û Komara Çek DAIŞ hat şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û piştgiriya bi Kobanê re çalakiyên li Ewropa didomin. Duh û pêr li bajarên Koln, Duisburg û Oldenburg ê Elmanya meş û li paytexta Komara Çek Prag li ber Konsolosxaneya Tirk xwepêşandan hat lidarxistin.
Kurdên li Ewropa yên li ser banga KCD-E bi rojane di nav çalakiyan de ne, bang li hêzên navneteweyî dikin da ku mudaxeleyî çeteyên DAIŞ bikin. Li bajarên Koln, Duisburg û Oldenburg ê Elmanya û li paytexta Komara Çek Prag çalakî hatin lidarxistin.
KOLN
Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanya ev du hefte ne di nav çalakiyan de ne. Kurdistanî raya giştî ya Ewropa der barê Kobanê û komkujiyên dewleta Tirk de agahdar dikin. Wê çalakiya kon heta hefteya pêşiya me roja Înê bidome.
LEÎPZÎG
Bi sedan kesên duh li Leîpzîg kom bûn, êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Bi sedan kesên li navenda bajêr meşiyan êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.
DUÎSBURG
Li Duîsburg jî duh êvarî hezar kesên hatin gel hev, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin. Girseya ber bi navenda bajêr ve meşiya li dijî çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk dirûşm berz kirin.
OLDENBURG
Kurdên li Oldenburg û derdora wê jî bi rojane di nav çalakiyan de ne. Wê Kurdên li bajêr îşev jî li herêma Wechta ya Oldenburg meşeke girseyî pêk bînin. Her wiha wê Kurdên li bajêr îşev ji bo meşa li Dusseldorf bi otobusan bikevin rê.
PRAG
Li ber Konsolosxaneya Tirk a li paytexta Komara Çek a li Prag ku xwepêşandanek hat lidarxistin hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ hat şermezarkirin. Cumali Şaylemez bavê Leyla Şaylemez a di komkujiya Parîsê de hat qetilkirin di xwepêşandanê de axivî. Şaylemez got, “Eger Kobanê bikeve wê Tirkiye bikeve. Wê Enqere bişewite. Divê her kes vê zanibe.”