Li Elmanya û Fransayê Kurd ji bo Ocalan li kolanan in

Ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdên li Ewropayê li ser piyan in. Di saetên şevê de li gelek bajarên Ewropayê dest bi çalakiyan kirin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûckenê Elmanyayê, Kurdistanî li ser bangên KCK, KCDK-E û TJK-E li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Kurdistaniyên ku li pêşiya Galeriya Eûropa hatin gel hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qîrkirin û posterên Ocalan hildan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê Elmanyayê jî Kurdistaniyan li pêşiya HBF çalakî li dar xistin. Komîteya çalakiyê banga tevlîbûna çalakiya ku heta seat 21:00’an didome, kirin.

Kurdistaniyên li Hannoverê wê çalakiya xwe sibê jî bidomînin. Girse wê sibê saet 1:00’an de li pêşiya sefaretxaneya Tirk mîtîngekê li dar bixin.

Îşev li bajarê Elmanya Berlinê li ber Alexander Platz Weltûhr û li bajarên Bonn, Dortmûnd, Essen, Dûîsbûrg, Munster, Bîelefeld, Hambûrg, Kîel û Oldenbûrgê jî li pêşiya HDF çalakî tên lidarxistin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlya jî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tê lidarxistin. Di saet 18:00’an de Ciwanên Azad li pêşiya televîzyona France3 Tv çalakiyek li dar xist.

Di çalakiya ku bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ‘Ciwan Fedayiyê Apo’ ne hatin qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

Kurdistaniyên li Marsîlyayê sibê saaet 18:00’an de li Qada Canabîerê wê meşekê li dar bixin.