Li Elmanya têkildarî lêpirsîna sekvaniyê ya li ser siyasetmedarên Kurd bersivên bi tirsnak

Di pirsnameyê de ya ji hêla Hikûmeta Federal ve bersiv hate dayin ku xebatên sîxûrî ya têkildarî siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal û Yuksel Koç, bi raya giştî re werin parvekirin ji hêla ‘ewlehiya dewletê ve’ wê şaş be.

Têkildarî lêpirsîna Mehmet Fatîh Sayan ku dema xwe amade dikir çalakiya sekvaniyê li dijî Hevserokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal û Rêvebera KCDK-E’yê Yuksel Koça pêk bîne deşîfre bûbû û li Elmanya hatibû girtin, hikûmeta Elman bersivên tirsnak didin.

Wekîla Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) Marîn Renner pirsnameyek da Hikûmeta Federal ji bo bersivdanê û xwest ku hikûmet agahiyên sîxûriyê yên têkildarî sîxûrê Tirk Mehmet Fatîh Sayan ku bi mebesta kuştinê siyasetmedarên Kurd ji xwe re kiribû hedef par ve bike.

Di pirsnameyê de ya ji hêla Hikûmeta Federal ve bersiv hate dayin ku xebatên îstîxbaratî ya têkildarî siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal û Yuksel Koç, bi raya giştî re werin parvekirin ji hêla ‘ewlehiya dewletê ve’ wê şaş be. Weke hincet jî nîşan da ku ew nikarin Rêxistina Parastina Destûra Federal (BfV) û şêwazên xebatê yên sîxûran kifş bikin û ev wê ziyanê bide xebatên di behsê de.

Xaleke din ya balkêş e ku ev xebatên sîxûriyê bi hincetên wekî ‘’parastina hiqûq û demokrasiyê’ di bersiva Hikûmeta Federal de cih girt.

Dîe Lînke di pirsnameyê de got, di navbera rêxistina sîxûrî ya MÎT a Tirk û ya Elman de têkildarî saziyên Kurd ên wekî Kongra-Gel, KCD-E, KCD-E’yê agahiyên sîxûrî par ve kiriye yan na û parvekiribin bi kîjan maweyan de par ve kirine. Di pirsnameyê de ku hikûmeta Elman bi giştî bersiv da, hate xwestin ku bersiv were dayin bê ka têkildarî siyasetmedarên Kurd Remzî Kartal û Yuksel Koç de agahî bi MÎT a Tirk hatiye parvekirin yan na.

Di bersiva Hikûmeta Federal de navê siyasetmedarên Kurd nehate bikaranîn, hate diyakirin ku di navbera BfV û û rêxistina îstîxbarî ya derve BND’ê de li gorî yasayan hevkarî heye. Ev jî tê wê wateyê ku qebûl dikin têkildarî siyasetmedarên Kurd agahî hatine parvekirin.

Di bersivê de hate gotin di navbera îstîxbara leşkerî ya Elman MAD û îstîxbarata Tirk de ti hevkarî nîn e.

Dîel Lînke pirs kiribû bê ka têkildarî siyasetmedarên Kurd agahiyên ku dane MÎT a Tirk bi Dozgeriya Federal a ku lêpirsînê re hatiye par ve kirin yan na. Lê bersiva vê nehate dayin.

Diyar bûbû ku sîxûrê Tirk Mehmet Fatîh Sayan plan kiribû siûqastê bi ser siyasetmedarên Kurd Kartal û Koç de bîne û piştre sîxûrê MÎT’ê ji hêla polîsên Elman ve hatibû girtin.