Li Elmanya skandala qedexeyê naqede
Wezareta Karê Navxweyî yê Elmanya piştî qedexekirina alayên YPG/YPJ û gelek sazî û dezgehên Kurd daxuyaniyeke dî ya skandal da.
Wezareta Karê Navxweyî yê Elmanya piştî qedexekirina alayên YPG/YPJ û gelek sazî û dezgehên Kurd daxuyaniyeke dî ya skandal da.
Wezareta Navxweyî ya Elmanya di pirsnameyekê de ku ji hêla Partiya Çepgir ve li ser qedexekirina alayên YPG’ê û partî û dezgehên Kurd hate dayin, di bersivê de got, ‘’Kurd bi alayên YPG’ê propagandaya PKK’ê dikin’’ û xwest ku qedexeya li ser PKK’ê were berfirehkirin. Wekîla Partiya Çepgir Ulla Jelpke jî got, ‘’Ev daxuyanî yê wê maneyê ku alaya YPG’ê ji bilî Kurdan ji her kesî re serbest e.’’
Wezareta Navxweyî yê Elman 2’yê Adara 2017’an bi giştî nameyekê ku şandibû eyaletan ala û filamayên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK, NADEM’ê û gelek sazî û dezgehên Kurd qedexe kiribû û wezaretê ev giştîname weke rojanekirina qedexeya li ser PKK’ê a Elmanya ku 1993’an hatibû standinhişkere kiribû.
Partiya Çepgir hem mijar biribû Meclîsa Federal û hem jî bi daxwaza ku were bersivandin pirsnameyek dabû Hikûmeta Federal. Di pirsnameyê de ku bi pêşengiya Ulla Jelpke de hatibû amadekirin, bal hate jişandin ser geşedanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, rexne li berfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê anîbû. Partiya Çepgir bi taybetî têkoşîna bi pêşengiya YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û xwest ku bersiv ji bo van pirsan were dayin
*Lîsteya ala û sembolên hatine qedexekirin kîjan saziya dewletê û li gorî kîjan krîteran hazir kiriye?
*Kîjan eyalet bi kîjan astê vê lîsteyê disepîne?
* Amadekariya lîsteyê kengî dest pê kir?
*Çima lîste niha hate rojanekirin û hişkerekirin?
NÎSANA 2016’AN DEST BI LÎSTEYÊ KIRINE
Wezareta Navxweyî ya Federal bersiv da pirsên Partiya Çepgir. Di bersivê de ku 17’ê Nîsanê bersiv hatibû dayin, bi rengekî sergritî û kurt bersiv hate dayin. Di bersivê de gotinên ku bi biryara 1993’yê re dikevin nakokiyê hebûn.
Wezaretê diyar kir ku amadekariyên berfirehkirina qedexeya li ser PKK’ê Nîsana 2016’an dest pê kiriye. Ev jî dibe ew dema ku li Kurdistanê şer dijwar bûye û rejîma Erdogan li ser Kurdan teror zêde kiriye. Wezaretê diyar kir hişkerekirina lîsteyê ya di heftiya pêşî a Adarê de ti têkiliya xwe bi sûcdariya Serokkomarê Tirk Erdogan re nîn e ku, Elmanya bi ‘destekdayina rêxistinên terorê’ sûcdar kiribû.
HIKÛMEYA KOHL WIHA NEGOTIBÛ
Wezareta Navxweyî diyar kir sedema berfirehkirina qedexeyê û sedema qedexeya 1993’an ji ber sedema ‘ewlehiya navxweyî ya Elmanyayê ye’’ Lê hikûmeta Helmût Kohl dema ku ev qedexe 1993’an anî, gotibû PKK ji ber sedema berjewendiyê derve ve hatiye qedexekirin û wiha hatibû gotin: ‘’Li ser berjewendiyên Elman gef hene. Çalakiyên tundiyê ziyanê didin têkiliyên me yên bi Tirkiyê re. Heke em zêdetir destûrê bidin xebatên PKK’ê wê polîtiya ewlehiyê ya derve a Elman bixe nîqaş û wê baweriya şîrikên me ku em nirx didinê bihejîne.’’
NAKOKIYA KU BI ‘JIBÎRKIRIN’A OCALAN HATÎ
Nakokiyeke dî ya di bersiva Wezaretê de jî qedexeya li ser wêne û posterên Ocalan bû. Wezaretê diyar kir ji bo ku Ocalan damezirîner û lîderê PKK’ê ye wêneyên wî ketine ber qedexeya li ser PKK’ê û biryara xwe spartina biryara Dadgeha Federal a 19’ê Mijdara 1998’ê a girtinê Ocalan. Lê wezaretê nexwest bi bîr bîne ku ev biryara girtinê çawa bi daxuyaniyeke skandal rabûye. Biryara 19’ê Mijdara 1998’ê hewce dikir ku Ocalan radestî Elmanyayê bike, li gorî yasayên navnetewî jî ev wiha bû. Lê Serokwezîrê Elman ê wê demê Gerhard Schroder ku 27’ê Mijdara 1998’an li Bonnê bi Serokwezîrê Italyayê Massîmo D’Alema re hatî cem hev gotibû, ‘’Em Ocalan naxwazin’’ û qedexeya Dadgeha Federal nas nekiribû. Ev helwest bû sedemeke girîng a wê pêvajoya ku Ocalan 15’ê Sibata 1999’an ji Kenyayê were revandin.
ELMANYA DEWLETA KURD NAXWAZE!
Wezaretê got PKk û rêxistinên dî dixwazin li Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraqê dewleteke netewî ava bikin û hate gotin: ‘’Elmanya diyar dike, li vê herêmê avakirina dewletekê binpêkirina yasayên navdewletî ye.’’
YPG NE TEHDÎT E LÊ DİSA JÎ BILA HEBE!
Bersiva qedexeya li ser alayên YPG, YPJ, PYD’ê jî bi nakok e. Wezaretê got, ‘’YPG ewlehiya navxweyî ya Elman tehdîd nake’ Wezaretê diyar kir qedexeya li ser PKK’ê hatiye berfirehkirin û ev biryar hatiye standin ,û got, ‘’dadgehên serbixwe wê biryara cezayê li ser hilgirtina sembolên qedexe ya di lîsteyê de bidin.’’
Hate gotin Kurd di çalakiyên xwe de bi alayên YPG/YPJ û PYD’ê propagandaya PKK’ê dikin û ji bo vê jî ev sembol li lîsteyê hatine zêdekirin.
HINCETA WEZARETÊ SKANDAL E
Wekîla Partiya Çepgir Ulla Jelpke bersivên ji bo pirsnameyê ji ANF’ê re nirxand û got: ‘’Daxuyiya wezaretê tê wê maneyê ku ji bilî Kurdan her kes dikare alayên YPG’ê hilgire. Ango di çalakiyê de ku tenê ji Elmanan pêk tê û Kurd lê nebin alayên YPG’ê dikarin werin hildan. Wezaretê biryareke skandal daye.’’
Jelpke diyar kir di nav çarçoweya qedexeya PKK’ê de wezaretê sembolên qedexekirî 2009’an rojane kiriye û diyar kir piştî demeke dirêj lîste çima hatiye rojanekirin, di daxuyaniyeke ku mirov qanih bike ji bo raya giştî nehatiye dayin.