Li Elezîz û Amedê 6 kes hatin binçavkirin

Li Elezîz û Amedê 6 kesên din hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên şer de ji nû ve da destpêkirin, dewam dikin. Li Elezîzê 5, li Amedê kesek hatin binçavkirin.

ELEZÎZ

Li navçeya Elezîz Depê, polîsên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Gul, Delegeya KCD'ê Ayten Oral, Hevserokê berê yê DBP'ê yê navçeyê Cemal Ayik û welatiyên bi navê Hasan Ayik û Mahmût Ateş hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

AMED

Li navçeya Amed Peyasê jî polîsan û tîmên taybet danê sibehê avêtin ser maleke li taxa Peyasê. Di serdegirtinê de Endamê Meclîsa Taxa Peyasê Sedat Yildirim (34) hat binçavkirin û ew birin Şaxê TEM ê Midûriyeta Bajarê Amedê.