Li Elbakê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kir
Li Elbakê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kir
Li Elbakê polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kir
Li navçeya Elbak a Wanê di protestoya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de polîsan bi guleyên rast êrîşî gel kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn, polîsan avahiya DBP’ê ya navçeyê dorpêç kir.
Polîsan ku êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li navçeya Wanê Elbakê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê hat lidarxistin kir, dest bikaranîna guleyên rastî kir. Li navçeyê dikan nehatin vekirin, girse di saetên sibehê de li ber avahiya navçeyê ya DBP’ê kom bû û ber bi navenda çarşiyê ve meşiyan. Polîsan bi gaza îsotan û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir, li ser bersiva gel pevçûn derket.
Polîsan ji ber dijwarbûna pevçûnan li hemberî girseyê guleyên rastî bi kar anîn, avahiya navçeyê ya DBP’ê dorpêç kirin. Polîsan avahiya navçeyê dan ber guleyan, bi copan camên avahiyê şikandin. Di pevçûnan de gelek kes birîndar bûn û polîsan destûr neda birîndaran bibin nexweşxaneyê. 4 xebatkarên çapemeniyê ku di nava wan de nûçegihanê me Erdem Muhurcî jî heye hatin binçavkirin.
Li navçeyê polîsan destûr neda birîndaran bibin nexweşxaneyê, pevçûn bi dijwarî didomin.