Li Efrînê teqîn: 16 birîndar
Li Efrînê teqîn: 16 birîndar
Li Efrînê teqîn: 16 birîndar
Li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz rû da. li gorî agahiyên bi dest ketin 16 kes birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên hatine bidest xistin,saet derdora 16.00’an de li pişt termînala otobûs û minîbûsan teqînekî bi hêz pêk hat. Tê payîn ku teqîn bi wesayîtek bombe barkirî hatiye encamdan. Li gorî şahidên bûyerê 16 welatî sivîl birîndar bûne û ziyana madî li derdorê çêbûye.
Di teqînê de 2 jê zarok û 2 jî jin herî kêm 16 kes birîndar bûn.Hat hînbûn ku ji zarokan yek 3 saliye û yê din jî 6 saliye. Birîndar rakirin nexweşxaneya Efrînê. Ji vane 8 kes li ser piyan hatin derman kirin.
Asayişa Efrînê piştî teqînê ewlehiyên parastinê girtine û dest bi lêkolînê kirine.