Li Efrînê Navenda Komeleya Êzîdiyan hate vekirin
Li Efrînê Navenda Komeleya Êzîdiyan hate vekirin
Li Efrînê Navenda Komeleya Êzîdiyan hate vekirin
Li bajarê Efrînê navenda Komeleya Êzîdiyn ya herêma Efrînê bi merasîmekê hate vekirin.
Komeleya Êzîdiyên herêma Efrînê duh li bajêr bi merasîmeke navenda komeleyê li bajêr vekir. Merasîm bi beşdariya bi sedan welatiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî û endamên komîteyên Desteya Bilind a Kurd, hate lidar xistin.
Di merasîmê de nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Desteya Bilind a Kurd, Komeleya Êzîdiyan, axivîn. Di axaftinan de vekirina navendê hate pîroz kirin û ji welatiyên Êzîdî hate xwestin ku li dijî êrîşên komên çeteyên yên li ser gundê Qestel Cindo yê êzîdiyan yekîtiya xwe bi hêz bikin.
Di mersîmê de peyamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziyên Civaka Sivîl, Yekîtiya Mamosteyên Rojvayê Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî, Meclisên Gel yên herêma Efrînê, Konfederasiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Tevgera Ciwanên Şoreşger û televizyona Çira TV, hatin xwendin.
Di merasîmê de her wiha koma Basofan hin Sûrdên olî xwendin.
Navend ji aliyê Serokê Komeleya Êzîdiyan Silêman Cafer û dayîka Endamê komeleyê Ebdo Zeredeştî ku berî demekê li bajarê Helebê jiyana xwe jidest dabû ve, hate vekirin.