Li Efrînê li dijî Kurdan kî şer dike?
Li Efrînê li dijî Kurdan kî şer dike?
Li Efrînê li dijî Kurdan kî şer dike?
Derket holê ku li pişt êrîşa roja Şemiyê li dijî gundek yê girêdayî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê biryara şer ya hinek koman heye. Hate hînbûn ku komên Radîkal yên Îslamî û hinek komên Kurd di nava êrîşan de hene.
Gelek komên çekdar yên di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad roja 25’ê Gulanê êrîşî gundê Akîbe yê Efrînê kirin. piştî ku hêzên YPG’ê bersiv dan êrîşê wan pevçûnê rû da. Hate ragihandin uk, di nava rojê de herî kêm komên çekdar 17 winda hî dan, du tank û sê çekên doçka jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin rûxandi.
Hate hînbûn ku, êrîşa li Efrînê bi înîsiyatîfa koma binavê Lîwa el Tewhîd di encama biryara şer de derketiye. Komên radîkal yên Îslamî Lîwa el Fatîh, Dewlûl Îslamiye û komên weke Lîwa Selahedîn û Lîwa Yûsûf-ul Ezma tevlî pevçûnan bûne. Her du partiyên dawî weke komên girêdayî Partiya Azadî ya Mûstefa Cûma ku li Başûrê Kurdistanê dimîne têne zanîn.
Hate hînbûn ku di pevçûnan de ji fermandarên koma Selahedîn Bawer Mustefa giran birîndar bûye, balkêşe ku êrîş piştî 19’ê Gulanê deriyê sînor yê navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hate girtin rû da.
Agahî hene ku, Lîwa Tewhîd demek kurt beriya niha tevlî civînek ya li Tirkiyeyê bûye. Dîsan jî koma Fatîh ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan tê destek kirin, heta îdia hene ku dibêjin bi wê armancê hatiye avakirin. Koma Selahedîn jî beriya vê di serî de li Heleb û gelê Rojavayê Kurdistanê êrîşên bixwîn kiriye.
PLANEKÎ KU ZEHMETE SER BIKEVE
Wê demê armanc çiye? Tê diyarkirin ku, komên çekdar roja 25’ê Gulanê civîn pêkanîne û biryara êrîşa li ser Efrînê dane. Hinek koman qebûl nekir ku li dijî Kurdan şer bikin, hate hînbûn ku komên ku êrîş kirin hewil didin bajarê Efrînê ji destê Kurdan derxînin. Piştî ku rêyên Efrînê hatin girtin, armanc dikin ambargoyekê danin ser Efrînê. Lê belê Kurd didin diyarkirin ku, ev planekî ku nemumkune serbikeve. Ji ber ku ev kom demên xwe yên herî lewaz dijîn.
Li beramberî vê jî her roja ku diçe artêşa Kurd mezin dibe. Yek ji nîşaneyên vê yên diyar ewe ku xelkê li gundên girêdayî Şeravê ji serê sibeha Şemiyê heya niha li gel YPG’ê di çeperan de ne. Her wiha agahî hene ku, li gelek cihan gel li cem şervanên YPG’ê ketine nava şer. Di demjimêrên şevê de ji nahyeya Bilbil nêzî 2 sed kes ji bo şer bkin ber bi Efrînê ve çûn. Li bajarê Efrînê dibêjî qey seferberî heye.