Li Efganistanê ji ber lehiyê herî kêm 160 kes mirin

Li Efganistanê, ji ber karesatên lehiyê ku vê hefteyê rû dan herî kêm 160 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî wezareta têkildarî felaketan, di serî de li bakurê welêt li 13 wîlayetan felaketên lehiyê rû dan.

Tenê li wîlayeta Perwanê 116 kesî jiyana xwe ji dest dan, 120 kes birîndar bûn û 15 kes jî winda bûn.

Rayedaran diyar kirin ku bi giştî herî kêm 160 kesî jiyana xwe ji dest dane. Karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Wezareta Parastinê ragihand, tevî ku bi Talîbanê re di nava şer de ne, ew tevlî karê alîkariya lezgîn dibin.

NATO'yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan piştgiriyê didin artêşa Efgan, xurek, av û betanî ji mexdûran re birine.