Li Edliyeya Dîlokê torbe tên guhertin

Li Dîloka ku HDP du parlamenteran derdixe kesên li pişt edliyeyê torbeyên dengan diguhertin ji aliyê kamerayan ve hatin girtin.

Li Dîloka ku HDP du parlamenteran derdixe kesên li pişt edliyeyê torbeyên dengan diguhertin ji aliyê kamerayan ve hatin girtin.

AKP’yiyên çav berdane dengên HDP’a li Dîlokê 2 parlamenteran derdixe kesên tê îdîakirin AKP’yî ne dema li pişt edliyeyê torbeyên dengan diguhertin ji aliyê kamerayên DÎHA ve hatin girtin. Torbeyên dengên sindoqên hejmar 1299 û 3322 ku dihatin guhertin, li ser nerazîbûna welatiyan ew kes dema hewl dan birevin ji aliyê welatiyan hatin girtin û teslîmî polîsan hatin kirin. Hat ragihandin ku heman kesan li heman herêmê gelek torbe guhertine.