Li Edîrneyê girtiyê siyasî li hemberî tecrîdê xwe şewitand

Li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtiyê siyasî yê bi navê Yahya Ozmen ji bo protestokirina tecrîd û şertên girtîgehê xwe şewitand. Ozmen ji dêvila ku li nexweşxaneyê be li revîrê hatiye sekinandin!

Li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtiyê PKK’yî Yahya Ozmen ê ku 13 sal in girtî ye, xwe şewitand. Hat hînbûn ku Ozmen 5 roj berê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şertên girtîgehê xwe şewitandiye.

JI DÊVILA LI NEXWEŞXANEYÊ LI REVÎRA GIRTÎGEHÊ YE!

Ozmen ê ku li revîrê ye, malbata wî nehatiye agahdarkirin. Di nava hefteyê de, dema ku malbat çû serdanê, bi vê bûyerê hesiyan. Dema ku malbatê ji rêveberiya girtîgehê rewşa kurê xwe pirsî, rêveberiyê got ku, “5 roj in li nexweşxaneyê ye.

Lê Ozmen ê ku ji navê berjêrtir şewitiye, ji dêvila ku li nexweşxaneyê be, li revîra girtîgehê tê ‘tedawîkirin.’

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ PIŞTRAST KIR

Rêveberên girtîgehê yên  bi rêya telefonê me xwe gihand wan, ev bûyer piştrast kirin lê diyar kirin ku divê têkildarî bûyerê serî li dozgeriyê were dayîn.