Li Edîrne êşkenceyê li girtiyan dikin
Li Girtîgeha Edîrneyê eşkence li girtiyan dikin û rapirsîna wan dikin. Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş got li gel sermaya zivistanê jî lihêfan nadin girtiyan.
Li Girtîgeha Edîrneyê eşkence li girtiyan dikin û rapirsîna wan dikin. Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş got li gel sermaya zivistanê jî lihêfan nadin girtiyan.
Malbata girtiyê nexweş Murat Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê girtiye, li Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan ) daxuyaniya çapemeniyê da.
Malbatê got ji ber êrîşa qerdiyanan tendiristiya Aktaş ne baş e.
Birayê Aktaş Emre Aktaş diyar kir birayê wî 8'ê Sibatê bi telefonê bi wan re axiviye, behsa êrîşê kiriye û di nav hefiyekê de du caran cihê wan hatiye guherandin.
Aktaş got, ''Birayê min got ji bo ku zemînê ji êrîşê re çêbikin cihê wan guherandine. Birayê min dixwest ku hicreya wan were guherandin. Ji ber vê piştî ku daxwaznameyê dide cihê wan diguhere. Lê hê heftiyek di ser re neçûyî birayê min û hevalên wî dixwazin bibin hicreyeke dî. Birayê min got ji ber ku ev rewşa kêfî qebûl nekirine qerdiyanan êşkence li wan kiriye. Birayê min got piştî êrîşê ew ji hişt diçe, li revîrê bi ser hişê xwe ve tê û piştî êrîşê du rojan vê sermaya zivistana lihêf nedana hevalên koxuşa wî û wiha li hicreyê hatine hiştin.''
Aktaş ji êrîşê midûrê girtîgehê berpirs dît, got ti îcreta midûr nîne û ji raya giştî xwest ku bihistyar be. Birayê gritî her wiha got ser û destê birayê wî şikestiye, li gel ku êşkence li wan hatiye kirin jî girtîgehê li ser girtiyan rapirsînê disîplînê daye destpêkirin.
Keça Aktaş Ekîn Su Aktaş jî got ev 17 sal in bavê wê giriye, midûrê gritîgehê Haydar Alî Ak ev ne cara yekê ye wiha dike, li girtîgehên din jî dema ku midûrtî kiriye, eynî tişt kirine.