Li Edeneyê Zîlan hate bîranîn

Li Edeneyê Zîlan hate bîranîn

Gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17'emîn salvegera şehadeta xwe de li Edeneyê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate bîranîn.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) gêrîlaya PKK’ê  Zeynep Kinaci ya (Zîlan) ku di 30'ê Hezîran 1996'an li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê ji aliyê bi sedan welatî hate bibîranîn. Rêvebirên BDP'ê yê bajar û navçeyan, MEYADER, TUHA-DER a Edeneyê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER û bi sedan welatî di bîranînê de cihên xwe girtin.

Li qada bîranînê pankartên wekî "Em bi ruhê Zîlan pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk silav dikin", "Silav be ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku merhaleya 2'emîn a pêvajoyê dest pê kir" hate vekirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û alên PKK'ê hate daliqandin. Ciwanên ku ruyên xwe pêçandibûn bi alên PKK û posterên Ocalan li qadê meşiyan. Bîranîn bi rêz girtinê destpê kir. Di rêz girtinê de girse sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" avêtin. Xwendekarên KURDÎ-DER a Şakîrpaşayê di rêzgirtinê de sirûda neteweyî "Ey Reqîb" xwendin.

‘ÇALAKIYA ZÎLAN Û BÊRÎTANÊ RIYA AZADIYA JINÊ VEKIR’

Berdevkê MEYADER'ê Mûrat Tûrgay di bîranînê de axivî û wiha got: "Di kesayeta rêheval Zîlan ez bejna xwe li hemberî hemû rêhevalên şehîd ditewînim. Em bi keda wan hatine heta îroyîn. Em tu caran di riya şehîdan bernadin." Serokê BDP'ê ya navçeya Seyhanê Hazim Yalçin jî derbarê jiyana Zîlan de axivî û da zanîn ku, ew dê xwedî li têkoşîna wê derkevin. Li ser navê DOKH Seroka TUHADER a Edeneyê Saniye Seçkîn axivî û wiha got: "Li Lîcê leşkeran li ser gel gule barandin. Em vê bi tundî şermezar dikin. Ji Bêrîtan a ku li hemberî îxanetê sekinî, ji Zîlan a ku bi çalakiya xwe riya azadiya jinê vekir, dîl girtina rêberê gelekê, dîl girtina wî gelê ye. Di kesayeta van rêhevalên me yên jin ên qehreman pêşengiya pêvajoya nû li ser milê jinane. Divê hikumet demildest gav biavêje."

‘BI GELÊ KURD NELÎZIN’

Serokê BDP'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak da zanîn ku, 1'emîn merhaleya pêvajoya ku nêzî 6 mehe destpê kiriye, qediya ye û diyar kir ku, hikumeta AKP'ê di bêsamîmiyetê israr dike, bûyera êrîşa li Licê jî mînaka vê ye. Bayrak diyar kir ku, leşker gule barandiye li gelê ku xwestine avakirina karakolan şermezar bike û di encamê gulebarandinê de kesek jiyana xwe ji dest daye bi dehan kes jî birîndar bûye. Bayrak wiha got: "Em ji vir hikumeta AKP'ê hişyar dikin. Gelo eve samîmiyet? Nîşandina samîmiyeta we gule berdana gelê Kurd e? Hûn pêvajoyê sabote dikin, provoke dikin. Lê vê baş bizanibin û fêm bikin; gerîla çawa ku diçe dikare were jî. Me carekî din dernexin kolanan. Me carekî din dernexin çiyayan. Sebra me nedin zorê. Bese êdî samîmî bin. Bi gelê Kurd lîstikan nelêyzin. Li ser gelê Kurd gule nerijînin. Divê berpirsyarê vê lezgînî aşkere bibe. Em ji we natirsin. Em li ber xwe çong naşkînin."

Piştî axaftina Bayrak, fîşekên hewayî hatin avêtin. Di bîranînê de sînevizyona ku Zîlan vedigot hate nîşandan. Di dema sînevîzyonê de girseyê bênavber dirûşma "Şehîd namirin" avêt û tilîlî avêtin.