Li Edeneyê li dijî mîtinga ‘Dest nede vîna min’ êrîş

Li navçeya Seyhan a Edeneyê polîsên ku bi wesayîtên zirxî meşa ‘Dest nede vîna min” dorpêç kirin, piştre jî êrîşî girseyê kirin.

Bi sedan welatî di pêşengiya Rexistina HDP'ê ya Edeneyê û HDK’ê de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi boneya bertekan li dijî destlênedayîna wekîlên HDP'ê bînin ziman û bêjin "Dest nede vîna min" çalakî pêk anîn. Girseya ku li Taxa Daglioglû ya Seyhana Edeneyê kom bûn, li duriyana Karasu pankarta “Dest nede vîna min" û dest bi meşê kirin. Girseya ku dest bi meşe kir, polîsan bi wesayîtên zirxî û çekan dora girsê pêçan û bend danîn. Piştî polîsan bend danîn Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz û girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya rûniştinê girseyê siloganên “Dest nede vîna min" û “Zext me bêzar nake" berz kirin. Komê bi yek dengî ji 1’ê heta 15’an jimartin û gotin “Saet xweş". Dema girseyê rûniştina xwe berdewam kir, polisan bi ava şid êrîş kir. Piştî polîsan bi ava şid êrîş pêk anîn, girse belav bû. Di êrîşê de şibakeyên hinek malên derdorê şikestin. 
Rawestina polisan a li taxê didome.