Li Edeneyê kesek hat girtin
Li Edeneyê ji 2 kesên ku hatibûn binçavkirin, yek jê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hat girtin.

Mehmet Ekîncî ê ku li Taxa Yeşîlbaglar a navçeya Yuregîr a Edeneyê di serdegirtinên malan ên vê sibehê de hatibû binçavkirin, piştî karûbarê li emniyetî sewqî dozgeriyê hat kirin. Ekîncî yê ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin bi îdîaya “endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” bi daxwaza girtinê sewqî hakîmtiya lêpirsînê hat kirin. Hakîmtiya lêpirsînê jî bi heman hincetan Ekîncî girt, şand Gîrtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçuler.
Cûmalî Guven ê ku di dema kontrolên rê de hat binçavkirin û îro ji dozgeriyê serbest hatibû berdan, piştre dîsa ji aliyê polîsan ji dosyayek din hate binçavkirin, piştî li dozgeriya îfadeya wî hate girtin serbest hat berdan.