Li Edeneyê jinan piştgirî da Gokkanê

Li Edeneyê jinan piştgirî da Gokkanê

Endamên Platforma Jinan a Edeneyê bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan li dijî dîwarê şermê çalakiya rojiya mirinê pêk anî û piştre bidawî kir, çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Endamên Platforma Jinan a Edeneyê bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan li dijî "Dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin çalakiya rojiya ririnê pêk anî, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Endamên Platforma Jinan li Parka Înonu çalakî pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de pankarta "Em aştiyê dixwazin" vekir û bi çepik û siloganên "Ji bo aştiyê gavan bavêje" qîr kirin. Li ser navê Platformê Esra Arslan Kesele daxuyanî xwend û piştgiriya xwe anî ziman.

Kosele bang li hemû jinan û welatiyên aştî û demokrasiyê dixwaze kir û xwest ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Komê piştre ji bo piştgiriya Gokkan 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê çalakî bi silogan û tilîlîyan bi dawî kir.