Li Edeneyê ji bo protestoya 9'ê Cotmehê bang
Li Edeneyê ji bo protestoya 9'ê Cotmehê bang
Li Edeneyê ji bo protestoya 9'ê Cotmehê bang
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi boneya salvegere komploya 9'ê Cotmehê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin banga beşdariya çalakiya protestoyî kir. Çalakî dê sibê bê lidarxistin.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo komploya 9'ê Cotmehê ku li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû û Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin, li Taxa Daglioglu ya Seyhanê çalakiya protestoyî li dar bixe. Bi boneya şermezarkirina 9'ê Cotmehê li avahiya rêxistina BDP'ê ya Edeneyê daxuyanî hat dayîn. Serokê rêxistina BDP'ê ya Edenyê Ugur Bayrak xwest hemû kes di salvegera komployê de dakevin qadan û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalana 15 sal in, li hucreyekî jiyana xwe didomîne. Ji bo me jiyana birêz Ocalan sedemê jiyanê ye. Azadiya wî azadiya gelê kurd e. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku sibê tevli meşa, şermezarkirina 9'ê Cotmehê bibin. Em ê saet di 17:00'an de li Taxa Daglioglu kom bibin û heta kolana Obalar bimeşin."