Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Kamûran Sagat jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Li Edeneyê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan Hevserokê HDP'ê yê Ceyhanê Kamûran Sagat jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Li navenda Edeneyê û navçeya Ceyhanê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin, ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Ceyhanê Kamûran Sagat jî di nav de heye. Tê gotin, di nava binçavkiriyan de zarok jî hene.
Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê ya li Tipa Edlî, birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê û Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Ceyhanê.
DUH JÎ 26 KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN
Duh jî di operasyonên polîsan de 26 kes hatibûn binçavkirin, ku Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî di nava wan de heye.