Li Edeneyê ciwanan ji bo Leyla Guven çalakî lidar xist

Li Edeneyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştgirî dayîna Leyla Guven pankarta “Li dijî tecrîdê bêdeng menîne, deng bide berxwedanê” li pira li ser rêya E5 daliqandin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê, ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 89 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakî lidar xist.

Ciwanan li ser pira rêya E6 pankarta “Li dijî tecrîdê bêdeng nemîne, deng bide berxwedanê” ku wêneyê Leyla Guven li ser bû daliqandin û dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Polîs çûn cihê bûyerê û pankarta ciwanan çirandin. 

Tevî astengiya polîsan ciwanan li Taxa Şakîrpaşa a navçeya Seyhanê ji bo Leyla Guven û girtiyan çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Ciwanan fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.