Li Edeneyê bernameya şahiyên 15'ê Tebaxê aşkera bû

Li Edeneyê bernameya şahiyên 15'ê Tebaxê aşkera bû

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bernameya şahiyên 15'ê Tebaxê ku di navbera 13 û 15'ê Tebaxê de wê bên lidarxistin aşkera kir. BDP'ê bang li hemû kesî kir ku tevlî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bibin.

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê derbarê bernameya şahiyên 15'ê Tebaxê ku di navbera 13 û 15'ê Tebaxê de wê bên lidarxistin, li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ugur Bayrak da zanîn ku wê ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê, 3 rojan şahiyan li dar bixin. Bayrak wiha axivî: "Wekî rêxistina BDP'ê ya Edeneyê me biryar girt ku em di rojeke wiha watedar de şahiyan li dar bixin. Di 13'ê Tebaxê saet 19.00'an de li Taxa 19 Mayis a navçeya Yuregîrê, di 14'ê Tebaxê de li Taxa Belediyevlerî ya navçeya Ceyhanê saet di 19.00'an de û di 15'ê Tebaxê de li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê bi tevlîbûna bi hezaran em ê şahiyan li dar bixin. Em ê di pîrozbahiyan de balê bikişînin ser rewşa Rojava. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî pîrozbahiyan bibin."