Li Edeneyê 36 kes hatine destgîrkirin, biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye

Li Edene û gelek bajaran de di operasyonên qirkirina siyasî de 36 kes hatibûn destgîrkirin. Li ser dosyeyê biryaran nepeniyê heye û hê jî îfade nehatine stendin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê kiribû hedef û di 27’ê Hezîranê de fermana serdegirtinê dabû.

Derbarê 38 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn. Li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê polîsan girtin ser malan û bi giştî 36 kes hatin destgîrkirin. Kesên li derveyî Edeneyê jî hatibûn destgîrkirin anîn Edeneyê.

Parêzer di 28’ê Hezîranê de çûn serdana muwekîlên xwe. Li ser dosyeyê biryara nepeniyê hatiye dayîn û 36 kes sê roj in di nezaretê de ne. Hate diyarkirin hê jî îfadeya 36 kesan nehatiye stendin.

Ev kes hatine destgîrkirin: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên Meclîsa Parrtiyê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak û kesekî navê wî nehat zanîn.