Li Edene û Wanê binçavkirin

Li Edeneyê 3 kes, li Wanê jî zarokek hatin binçavkirin.

Li navçeya Edene Seyhanê, polîsan duh bi şev avêtin ser hin malên li Taxa Gulbahçe û 3 kes bi hinceta "tevlî çalakiyan bûne" kirin binçavan. Hat ragihandin ku polîsan her sê kesên binçavkirin, li dû kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrova Aşkim Tufekçî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

WAN

Li navçeya Wan Îpekyolû jî, tîmên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê bi gelek maşînên zirxî ketin nava Taxa Xaçortê û di serdegirtina li malekê de zarokê bi navê M.A. yê 17 salî kirin binçavan.