Li Dûsseldorf û Kolnê ji bo Ocalan çalakî- NÛ BÛ

Li bajarên Elmanya Dûsseldorf û Kolnê ji bo daxwaza têkildarî ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyan wergirin, li ser banga TJK-E çalakî tên lidarxistin.

DÛSSELDORF

Li ser banga Tevgera Jinên Kurdistan –Ewropa (TJK-E) jinên Kurd ên ku derketî kolanan ji bo agahiyekî diyar ji tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigrin li pêşiya gara trenê ya Dûsseldorfê çalakî li dar dixin. Çalakiya ku ji saet 18:00’an ve dest pê kiriye, didome.

KOLN

Li Kolnê di bin pêşengtiya Meclîsa Jinên Viyana ya Kolnê de, jinên Kurd ên ku di saet 18:00’an de li pêşiya Dêra Domê hatîn gel hev û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakî didome.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî Kurdistanî wê di seat 19:00’an de li pêşiya HBF’ê çalakî lidarbixin.