Li Dusseldorfê zêdetirê 100 hezar kes ji bo Kobanê kom bûn
Li Dusseldorfê zêdetirê 100 hezar kes ji bo Kobanê kom bûn
Li Dusseldorfê zêdetirê 100 hezar kes ji bo Kobanê kom bûn
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê zêdetirê 100 hezar Kurdistanî bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî Kobanê, li hev kom bûn. Di mitînga li ber parlamentoya eyaletê hate lidarxistin de, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî û got: “Heta ku Arîn Mîrxan hebin, Kobanê wê tu carî nekeve.
Meşa Kurdan a girseyî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) û PYD’ê û bi desteka sazî û rêxistinê weke AABK, MLKP, FKE, FEDA, PÇDK, CÎK, PJAK, Partizan, ATÎK, YDG, ODP, MLPD, Partiya Çep, TÎKB, Rote Aksiyon û DÎDFê hate lidarxistin.
Di saetên danê sibê de, zêdetirê sedhezar kes li Qada Kaiser-Willhelm Ring li hev kom bûn û saet di 12.00 , bi dirûşma “Ji Şengalê heta Kobanê” dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervana Kurd Arîn Mîrxan a ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê êrîşa fedayî pêk anî û alên YPG, YPJ, PYD, Partîzan, MLKP hatin hildan. Di meşê de dirûşmayên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG” “DAIŞ bicehinime ji Kurdistanê”hatin gotin.
Li navenda bajêr kortejeke bi qasî 3 km pêk hat û li ber Parlamentoya Eyaleta NRW li hev kom bûn. Mitîng bi rêzgirtinê destpê kir û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo Kobanê bikeve nava tevgerê û li hemberî Kobanê bêdeng nemîne.
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir û diyar kir ku wê Kurdên li Ewropayê her tim li ser piyan bin û got: "Em berxwedêrên YPG û YPJ’ê silav dikin."
Koç da zanîn ku ew ê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi şev û roj li ser piyan bin û wiha axivî: "Îro hukûmeta AKP’ê bi aşkera destekê dide çeteyan. Em vê nêzîkatiya hukûmeta AKP’ê protesto dikin. He wiha bêdengiya cîhanê jî."
SALIH MUSLIM: ARÎN MÎRXANÊN KURDAN HENE!
Piştre Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li gel çepik û tilîliyan mîkrofonê girt û axivî. Salih Muslim axaftina xwe bi Înglîzî destpê kir û malavahiya saziyên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin kir û banga alîkariyê li hemû welatên cîhanê kir. Muslim got: "Berxwedana îro li Kobanê, li ser navê mirovahiyê tê meşandin. Bi xêra berxwedana Kobanê Kurd hemû li hev kom bûne" û vê yekê weke serkeftineke dîrokî bi nav kir.
Muslim bal kişand ser berxwedana Kurdan a li Ewropa û Bakurê Kurdistanê û got: “Bi saya vê berxwedanê hêzên YPG û YPJ îro şer ikin. Divê ez vê yekê bi awayekî aşkera bêjim; tu şervan û rêveberên me ji Kobanê venekişiyane û têkoşîn berdewam dike. Bila her kes baş bizane ku wê Kobanê nekeve. Îro hemû rêveberiya Kobanê li eniya pêş şer dike. Keç û xortên me yên mîna Arîn Mîrxan hene. Rêbereke mîna Rêber Apoyê me heye. 27 roj in Kobanê li ber xwe dide."
Salih Muslim da zanîn ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna li ber xwe bidin û wiha domand: "Em heta dawiyê şer bikin. Ger em rojekê bin bikevin jî ev yek ne şerma me ye. Ji ber ku em li ber xwe didin. Ev şerm a yên ku soza alîkariyê didin me û alîkarî nadin me ne. Ev şerma dewletên cîhanê û mirovahiyê ye. Divê her kes vê baş bizane."
ENWER MUSLIM: KOBANÊ WÊ NEKEVE!
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim ku niha li Kobanê ye bi têya telefonê tevlî çalakiya Kurdan a li Dusseldorfê bû. Muslim diyar kir ku silavên şervanên YPG û YPJ yên ku li Kobanê li ber xwe didin ji bo gelê Kurd ê li Ewropayê di çalakiyan de ne, heye û wiha axivî: "Ciwanên me yên leheng li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dimeşînin. Ev çeteyên hov, bi çekên ji Mûsil û Reqqayê anîne, Kurdan qetil dikin. Ew ê bi ser nekevin. Ev cara yekem e ku Kurd bi awayekî yekgirtî li Rojhilata Navîn têdikoşe. Kurd dibêjin ku ew ê bi tu awayî koletiyê qebûl nekin. Ez niha agahiyekê bidim we. Şervanên YPG û YPJ’ê li rojhilatê Kobanê çeteyên DAIŞ’ê xistin kemînê û bi dehan kuştî hene. Kobanê wê tu carî nekeve. Bila her kes vê baş bizane."
Enwer Muslim bang li raya giştî ya Ewropa û cîhanê jî kir û got: "Niha bi sedan mirovên sivîl li vê derê dijîn. Em banga alîkariyê li her kesî dikin. Daxwaza me ji gelê me yê Ewropayê ew e ku çalakiyên xwe yên aştiyane û demokratîk bidomînin. Divê ciwan jî berê xwe bidin Kobanê. Divê her kes li dijî DAIŞ’ê bibin yek. "
KCK: KOBANÊ RUHÊ NETEWEYÎ YE
Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî beşdarî mitîngê bû û hemû sazî, rêxistin û kesên tevlî çalakiyê bûne silav kir. KCK’ê got: "Roj roja yekîtiyê ye. Azadî wê bi yekîtiyê pêk bê. Em tenê dikarin bi vî awayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têbikoşin û rê nedin wan. Gelê me vê yekê gelek caran bi têkoşîna xwe îsbat kiriye. Divê îro bi vê hişmendiyê li kolanan bin û têbikoşin."
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku Kobanê ruhê yekîtiya neteweyî ye û got: " Gelê me di serî de li Bakur, Başûr û li gelek deverên cîhanê li ser piyan in. Ev yek jî nîşan dide ka berxwedana Kobanê çawa girîng û mafdar e. Divê gelê me ji niha û pê ve jî li ser piyan be û bi her awayî çalakiya destekê bidin Kobanê. Azadî û serkeftin dikare bi vî awayî pêk bê."
KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got: "Jiyana azad a bi perspektîfa neteweya demokratîk a gelên Ermenî, Suryanî, Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû gelan bi şerê mirovahiyê yê ku li Kobanê tê meşandin ve têkildar e. Ji ber vê jî, her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê Kobanê bi tenê nehêle."
JI SAZIYAN BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Ozgur Oz jî diyar kir ku Kobanê Kerbelaya roja îro ye û bang li her kesî kir ku bi ruhê Geziyê destekê bide Kobanê.
Li ser navê Tevgera Goran a Başûrê Kurdistanê Îdrîs Omer jî diyar kir ku li Kobanê ruhê Kurdistanê heye ûgot: “Divê hemû Kurd ji bo Kobanê rabin ser piyan.”
Endama Meclîsa HDP’ê Pinar Aydinlar jî AKP’ê rexne kir û wiha axivî: “Ya ku destekê dide DAIŞ’ê AKP ye. Divê her kes li dijî faşîzma AKP’ê rabe ser piyan."
Li ser navê ABDEM George jî axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn her tim Ermenî, Suryanî, Êzidî û Elewî têne qetilkirin û got: “Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe ya 40 salan yekîtiya gelan ava kiriye."
Li ser navê Partiya Çep jî Wolfgan Gehrcke daxuyand ku raya giştî ya navneteweyî Kobanê bi tenê hiştiye û li dijî çeteyên DAIŞ’ê banga alîkariya lezgîn ji bo Kobanê kir.
Nûnerên gelek sazî û rêxistinan tevlî mitîngê bûn û bi peyamên xwe piştgirî dan Kobanê.