Li Dusseldorfê meşa ‘NA’, ‘HAYIR’,’NEIN’ û ‘NO’
Li bajarê Dusseldrof ê Elmanyayê Platfroma Na ya NRW’ê mîtînga bi dirûşma “Ji dîtatoriya yek kesî, faşîzim û serokatiyê re NA” lidar xist.
Li bajarê Dusseldrof ê Elmanyayê Platfroma Na ya NRW’ê mîtînga bi dirûşma “Ji dîtatoriya yek kesî, faşîzim û serokatiyê re NA” lidar xist.
Girseya ku di saet 14:00’an de bi pankartên ‘NA’, ‘HAYIR’,’NEIN’ û ‘NO’ di destan de, li pêşiya avahiya DGB Haûsê kom bûn, ber bi qada Johhanes Raû Platz a ku wê mîtîng lê bê lidarxistin ve meşiyan.
Girse di tevahiya meşê de li ber strana HDP’ê ya referandûmê (BÊJIN NA) ve meşiyan, her wiha dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Azadî, bimre koletî”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “ Dîktator Erdogan” û “Faşîzim wê winda bike” hatin qîrkirin. Piştî meşa nêzî saetekê ketin qada mîtîngê.
‘EM Ê DI 16’Ê NÎSANÊ DE FAŞÎZMÊ LI SINDOQAN DE BIN AX BIKIN’
Di mîtîngê de ewilê Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr axivî. Goksûngur diyar kir ku weke Platfroma NA ya Elmanyayê li dijî faşîzma AKP/MHP’ê di nava xebatan de ne û wiha got: “ Weke hêza platfroma NA, li Elmayayê li dijî faşîzma AKP/MHP’ê têkoşînê dikin, wê di 27’ê Adarê li her derê li her bajar wê ‘NA’ yê hê xurtir qîr bikin. Çawa ku em di 7’ê Hezîranê de bi coş û kelecan çûn ser sindoqan, wê di 16’ê Nîsanê de hêrsa me ya li dijî faşîzma AKP/MHP’ê hê xurtir bibe û em ê 16’ê Nîsanê AKP’ê di sindoqan de bin ax bikin.”
‘ EM Ê JI BO DESTÛR BINGEHÎ A KU BI ZORÊ LI SER ME FERZDIKE RE BÊJIN NA’
Parlemeterê berê û damezrênerê Federasyona Elewiyên Bektaşî Alî Kenangolû jî axivî û wiha got: “Di dîroka komarê de heta niha destûrekî bingehî ku li ser daxwaza gel nehatiye amedkirin. Hemû jî destûrên bingehîn ê ku bi zorê li ser gel dane ferzkirin û destûra bingehî a ku di referandûma 16’ê Nîsanê de ku wê bixin dengdanê bi heman armacê û bi heman rêbazê anîne. Ji ber vê sedemê çawa me ji destûrê bingehîn ên berê re gotine ‘NA’, em ji vê destûra ku bi zorê li ser me bide ferzkirin re jî bêjin NA.”
‘DENGEK WÊ QEDERA WELAT BIDE GÛHERTIN’
Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglû jî wiha got: “Em bixwazin dikarîn vî dîktarorî rawestînin, em ne hatine vir ji bo we bêjîn bêji ‘NA’. Em hatine vir behsa girîngiya dengek dikare qedera welatekê bide gûhertin. Ji bo vê heta referandûm bi dawî bibe divê her kesek erka dikeve ser milan bi cih bîne.”
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde mîtîng bi gotina sitran û gerandina govendê ve bi dawî bû.