Li Dusseldorfê ji bo sê jinên şoreşger çalakiya edaletê

Li Dusseldorfê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez mîna her hefteyê, çalakiya edaletê hat lidarxirstin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji bo sê jinên şoreşger ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîndan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakî li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, kiryarên rastî eşkere bike û radestî dadgeriyê bike.

Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve hat organîzekirin. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat gotin, "Cansiz, Dogan û Şaylemez soza me ne; heta ronîkirina cînayetê wê çalakiyên me bidomin."