Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, jinan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" daliqandin. Li paytexta Îngilîstan Londonê jî endamên Ciwanên Azad, bi çalakiyekê Erdogan û AKP şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 5 gulanê 2016, 07:20
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ciwanên jin pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" daliqandin. Li paytexta Îngilîstan Londonê jî endamên Ciwanên Azad, bi çalakiyekê Erdogan û AKP şermezar kirin.
DUSSELDORF
Jinên li bajarê Elmanya Dusseldorfê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" li ser pira Oberkasseler daliqandin. Jinan tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
LONDON
Li paytexta Îngilîstan Londonê jî endamên Ciwanên Azad, tevî pankartên li ser polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê, wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şermezarkirina tecrîdê li ser pira Westminster daliqandin.
Ciwanan saet di 16:00 de li ser vê pira dîrokî ku gelek tûrîst tên serdana wê daliqandin. Di heman demê de li ser polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.
Ciwanan her wiha pankarta bi nivîsa "Terorîst dewleta Tirk" û "Kujerê pitikan Erdogan" a bi zimanê Îngilîzî li otobana A406, du pankartên din ên bi nivîsa "Bijî PKK" û "Bijî Ocalan" jî li pireke din a heman otobanê daliqandin.