Li Dûîsbûrgê şehîdên Dersimê hatin bîranîn

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve di kesayeta Rojhata Adir (Celal Odûncû) hemû şehîdên Dersim û Kurdistanê hatin bibîranî.

Civîna bîranînê ya ku li Salona NCKD-Dûîsbûrgê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ve destpê kir.

Di axaftinên li ser navê KOMAW’ê ve hate kirin ev tişt hatin gotin: “Li hember bîranînên hemû şehîd û têkoşîna Rêber Apo dayî avakirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Sîstem ketiye nava hewldanên Rêbertiya me l ime bide jirîbîrkirin, em qet rê nadin vê yekê.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” û bi dayîna xwarina sersaxiyê ya ji bo Şehîd Rojhat Adir ve bi dawî bû.