Li Dûîsbûrgê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê di şexsê şehîdên Dersimê de şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê ji aliyê KOMAW’ê ve li lokala Navenda Civaka Demokartîk a Kurd ya Dûîsbûrgê hate lidarxistin. Zêdetirî sedan malbatên şehîdan û Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Li salona merasîmê wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Dûîsbûrgê Resûl Dersim axivî. Dersim wiha got; “Şehîdê destpêkê yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji Dersimê bû û divê merasîmên bibîranînê yên şehîdan ji gund, bajar û her derê bi berfirehî û mezin werin kirin.”

Li ser navê KOMAW’ê jî Mehmet Sûrûçlû axivî û bûyerên siyasî nirxand.

Piştre tabloya şehîd Ercan Guneş ku ji aliyê hevalekî wî ve hatibû çêkirin radestî birayê wî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.