Li Duisburgê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Duisburgê bi çalakiya xeleq a ku ji sedan kesan pêk dihat, dagirkeirya dewleta Tirk a li Efrînê hate protesto kirin.

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê Platforma Xwedîderketina li Efrînê li navenda bajêr li Avendukplatz seat 17:00’an de bi beşdarbûna zêdetirî 300 kesan, çalakiya xeleq a bi sedan metre dirêj a ji mirovan pêktê lidarxist.

Kurdistanî û dostên wan wêneyên sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatibûn qetilkirin hildan û belavok belavkirin.

Di çalakiyê de axaftin hate kirin û bêdengiya Ewropa û hêzên dagirker hatin şermezarkirin.

Çalakgeran helwesta DYA, Rûsya, YE û NY a li dijî êrîşên Tirkiye bi ser Efrînê nerazîbûn nîşan dan û bê navber dirûşmeyên ‘Destên xwe yên qirêj ji Kurdistanê vekişînin’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Kujer Erdogan’ , ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve’ , ‘Zarokan nekujin’ û ‘Bijî YPG/YPJ’ berz kirin.