Li Dûîsbûrg û Viyanayê xebatên koordînasyonên hilbijartinê
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û bajarê Awûstûrya Viyanayê bi tempoyeke xurt dest bi kar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 4 rezberê 2015, 07:45
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Dûîsbûrg û bajarê Awûstûrya Viyanayê bi tempoyeke xurt dest bi kar kirin.
Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê de, pêkhateyên HDP'ê, saziyên di nava tifaqê de cih digirin, nûnerên Însiyatîfa Gel a Kurecikiyên li Ewropayê û Komeleya Daricayî amade bûn.
Di civînê de ji bo meşandina xebatên hilbijartinê koordînasyonek hat avakirin. Her wiha ji bo bajar û taxan jî komîteyên cuda hatin avakirin.
Di civînê de hat ragihandin, ku armanca li Dûîsbûrgê bi destxistina dengê 7 hezar hilbijêran e û biryar hat dayîn ku ji ber dema kêm, bi lez û bez xebat were destpêkirin. Di civînê de hat destnîşankirin, ku ji bo xwegihandina armanca hilbêran a hatiye diyarkirin divê xebateke xurt bê meşandin û biryar hat dayîn komîsyonên çapemenî, jin û ciwanan werin avakirin.
VIYANA
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê nûnerên saziyan ên di bin navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de, li lokala Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Awûstûryayê, civiyan û plansaziya xebatên hilbijartinê derxistin.
Rîchard Berger ê di nava xebatên HDP'ê yên hilbijartinê de cih digire, di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman ku ew ê bi koordînasyonek ji 50 kesan bikevin nava gel. Berger da xuyakirin ku koordînasyon wê di asteke welê de be ku li gelemperiya Awûstûryayê ji bo serketina HDP'ê xwe bigihîne hemû hilbijêran.
Li Awûstûryayê ku xebatên hilbijartinê bi mîtînga hefteya derbasbûyî ya bi beşdariya Hevserokên HDP'ê û DBP'ê Selahattîn Demîrtaş û Kamûran Yuksek û rayedarên HDP'ê destpê kirin, armanca; bi du qatan zêdekirina rêjeya dengê 7'ê Hezîranê ye.
Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Awûstûryayê Mehmet Alî Çankaya li civîna koordînasyona hilbijartinê peyivî û anî ziman ku wan bi rêbazeke ji hilbijartina bihurî cudatir dest bi xebatên xwe kirine. Çankaya da zanîn ku wan Awûstûrya bi 3 herêmên xebatê yên hilbijartinê dabeş kirine û da zanîn ku li her herêmê wê civîn, qeydkirina hilbijêran û xebatên propagandayê bi awayekî xweser werin lidarxistin.
Çankaya diyar kir ku bi rêya medyayê dikarin xebatên hilbijartinê bigihîne girseyeke berfireh û ji bo hilbijêrên qeyda xwe çênekirin ew ê li komele, mizgeft û qehwexaneyan xebatên alîkarîdayînê bimeşînin.