Li Duhokê li dijî şermezarkirina komkujiyan astengî

Li Duhokê li dijî şermezarkirina komkujiyan astengî

Hêjmarek ciwan û çalakvanên sivîl li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê hewl dan komkujiyên li hemberî gelê Kurd ê li Rojava şermezar bikin, lê li rastî astengiyan hatin.

Li gorî nûçeyeke di malpera Sbey de, komek ciwanên ku li Parka Azadî ya bajarê Duhokê kom bûn û xwestin komkujiyên komên çete yên girêdayî  El Nusra yên li hemberî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin bi sedema “destûr ji asayîşê nehatiye wergirtin” rastî astengiyan hatin. Li ser vê yekê xwepêşandêran nerazîbûn nîşan dan û daxwaz kirin ku waliyê Duhokê daxwaza lêborînê ji xwepêşandêran bixwaze.