Li dû daxuyaniyên Erdogan polîsan avêtin ser kafeyên xwendekaran!
Li dû daxuyaniyên Erdogan polîsan avêtin ser kafeyên xwendekaran!
Li dû daxuyaniyên Erdogan polîsan avêtin ser kafeyên xwendekaran!
Li dû daxuyaniyên Erdogan ên li dijî mal û wargehên xwendekaran, zextên polîsan ên li hemberî xwendekaran zêde bûn. Polîsan li Afyonkarahîsarê avêtin ser kafeyên xwendekaran, li ser wan geriyan û navnîşanên wan ên lê rûdinên, stendin.
Piştî serdegirtina hin malên apart û otêlên li Cîhangîr û Galata yên Stenbolê, niha jî polîsan avêtin ser kafeyên xwendekaran û rûniştgehên xwendekaran tespît kirin.
Li Afyonkarahîsarê polîsan avêtin ser kafeyên xwendekar diçinê. Serdegirtina şeva Şemiyê ji aliyê 50 polîsan ve hat kirin. Polîsan yek bi yek li ser kesên li kafeyan geriyan. Nasnameyên wan hatin komkirin û rûniştgehên wan hatin tespîtkirin. Hin xwendekar li dijî vê derketin.
Xwediyên kafeyan dan xuyakirin ku ew cara yekemîn e li rewşeke bi vî rengî rast tên. Xwediyên kafeyan diyar kirin ku gelek muşteriyên wan ên ji vê pêkanîna polîsan aciz bûn, hesabên xwe dan û derketin.
Komîserê ji Polîtîkayên Cîrantî û Berfirehiyê ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê Berpirsyar Stefan Fule jî, ku roja Şemiyê li Tirkiyê bû destnîşan kiribû ku girînge ka ev nîqaş çawa bi encam bibin.
Fule got, "Em hêvîdarin dê ev yek li gorî pîvana serdestiya huqûqê, hurmetdayîna ji nêrînên xwedî fikar, bi encam bibe."