Li Dresdenê panela hilbijartinê

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, HDP xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Taştêyeke Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat tevlî bû û piştre jî paneleke dostên Elmanyayê jî tê de hate lidarxistin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, HDP xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Taştêyeke ku Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat tevlî bû û piştre jî paneleke dostên Elmanyayê jî tê de hate lidarxistin.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, HDP xebatên xwe yên hilbijartinan didomîne. Taştêyeke ku Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat tevlî bû û piştre jî panelek dostên Elmanyayê jî tê de hate lidarxistin. Panela ku ji 200 kesî zêdetir Elman û Kurd tevlî bûn bi rêzgirtinê destpê kir. Di panelê de Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat mafê axaftinê wergirt û got: “Di roja yekbûna Elmanyaya Rojhilat û Rojava de ev axaftina em dikin xwedî girîngiyek dîrokî ye. AKP’e li Kurdistanê şerekî DAIŞ warî dimeşîne.”

Irgat asta şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne wiha nirxand: “Dayik ji bo cenazeyên zarokên wan bêhnê nedin, dixin sarincê. Ji bo goristanên wan neyên texrîbkirin, dibin mertalên zindî.”

Mizgîn Irgat destnîşan kir ku wek her şerî, di vî şerî de kesên herî zêde bandor dibin dîsa jin û zarok in, 1’ê Mijdarê dostên Elman jî dawetî Kurdistanê kir.

Di panelê de Parlamentera Die Linke, Anette Feliks û ser navê MLPD, Renata Riedel jî axivîn.