Li Drancyê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Li paytexta Fransayê, Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytexta Fransayê, Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li Parîsê li banliyoya Drancyê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Ciwanên Kurdistanê li pêşiya Navenda Cviakî ya Kurd a Drancyê kom bûn û di meşê de pankartên “Azadî ji Ocalan re”, “Serî Hilde, Rêbertî Azad Bike” hildan. Ciwanan di meşê de belavokên li ser tecrîda li dijî Ocalan belav kirin.
Piştî meşê ciwanan li Bûlwara Bobîgnyê mîtîngek lidar xistin û diyar kirin ku heta ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyan werbigirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakî bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.