Li Dortmundê kongreya NCDK hat lidarxistin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Dortmund (NCDK) 8. Kongreya xwe ya awerte bi tevayî pêkhateyên xwe re li dar xist.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dortmund (NCDK) 8. Kongreya xwe ya awerte bi tevayî pêkhateyên xwe re li dar xist.

Di kongreyê de pêvajoya siyasî ya dawî û xebatên salekê ku hatin nirxandin gelek jin jî di kongreyê de amade bûn.

Di kongreyê de bang hat kirin ku Kurdistaniyên li Dortmundê di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk de xwe bi rêxisin bikin. Di kongreyê de dirûşmên, "Em ê Erdogan nekin serok” "Qatil Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin.

Di kongreyê de meclîsa ji 33 kesan û 6 komîsyonan hat avakirin. Medenî Ak û Fatma Golelî wek hevserok hatin hilbijartin.