Li Dortmûnd û Berlînê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Kurdan berxwedanên xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin û Newroz pîroz kirin. Li Berlînê jî Newroz bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Kurdan berxwedanên xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirin û Newroz pîroz kirin. Li Berlînê jî Newroz bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Kurdan ji bo xwedîderketina berxwedanên li Amed, Gever, Nisêbîn û Şirnexê û her wiha beriya Newroza giştî ya li Hannoverê bi armanca pêşwazîkirina Newrozê îro meşek û pîrozbahiyek li dar xistin.

Girseya li Wîlly Brandt Platzê li hev kom bû, beriya meşê bi axaftinên kurt qetlîamên Helepçe û Qamişlo şermezar kirin. Piştî axaftinan girseyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana xwerêveberiya Kurdistanê dest bi meşê kir. Meşa ku MLKP’yî jî tevlî bûn heta Kurdistan Zentrûma Born Str. Dewam kir. Girseya li hewşa Kurdistan Zentrûmê agirê Newrozê pêxist, govendên berxwedanê gerand.

Bi banga tevlîbûna Newroz Hannoverê ya navendî pîrozbahî bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiyên li Oranîenplatzê bi pêxistina agir destpê kir, bi muzîk û govendan dewam kir. Dirûşmeyên piştgiriya berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de parlamenterê Dîe Lînke Hakan Taş axivî, wiha got: “Gelê Kurd li hember zaliman têdikoşe. Îro jî li Şirnex, Nisêbîn, Geverê ji bo hebûna xwe Kurd têdikoşin. Ez bang li Merkela bi Davûtoglû re bazarên qirêj dike dikim; Birêz Merketl, di kuştina Kurdan, muxalîfan de berpirsiyartiya te heye. Demildest vê bazara xwe ya li ser xwîna Kurdan û penaberan bi dawî bike.” Taş cejna Newrozê pîroz kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Berlînê Alî Beyaz jî di axaftina xwe de got agirên ku Kawayan li hember Dehaqan pêxistin îro Mehmet Tûncan li Cizîrê dewir girtine û ev agir li Cizîr, Şirnex û Geverê hê geş e. 

Beyaz bang li Berlîniyan kir ku sibehê bi awayekî girseyî tevlî meşa Newrozê ya li Hannoverê bibin.

...