Li dora Mûsilê 9 polîsên Iraqê hatin kuştin

Li dora Mûsilê 9 polîsên Iraqê hatin kuştin

Li herêma Peşmana ya li rojhilatê Mûsilê, komeke çekdar îro danê sibê avêt ser qereqoleke polîsan û di encamê de 9 polîs mirin.

Êrîş serê sibê li 60 km rojhilatê Mûsilê herêma Peşmana rû da.

Li gorî nûçeya AFP'ê, di encama êrîşa bi rokêt û çekên otomatîk de 9 polîs mirin û ji ber abûlansa çû cihê bûyerê pêl mayinê kir 2 polîs û du wezîfedarên ambûlansê birîndar bûn.

Ji aliyê din ve 90 km li rojhilatê bajarê Bakûbayê li herêma Mendlî, sivîlek bi çekê hat kuştin. Êvara Sêşemê jî, di encama êrîşên bombeyî yên li dijî 4 mizgeftên Suniyan ên li Kerku, Kût û taxa Dora ya Bexdayê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di meha Remezanê de êrîşên li Iraqê zêde bûn. Li gorî daneyên AFP'ê, ji meha Tîrmehê û vir ve zêdeyî 640 kesan jiyana xwe ji dest dan.