Li Dîlokê polîsan êrîşî gel kir: Kesek birîndar bû

Li Dîlokê polîsan êrîşî gel kir: Kesek birîndar bû

Girseya xwest êrîşên nîjadperest ên li hemberî çalakiyên xwedîderketina berxwedana Kobanê tên kirin şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de kesek birîndar bû.

Li Dîlokê di çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de ku nîjadperestan êrîş kirin 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, avahiyên DBP’ê yên li Şahînbey û Şehîd Kamîl  hatin şewitandin.

Bi armanca şermezarkirina van êrîşan îro saet 13.00’an li Şahînbey û saet 15.00’an jî li Şehîd Kamil li ber avahiya DBP’ê wê daxuyaniya çapemeniyê bihata dayîn. Beriya çalakiyê polîsan êrîşî girseya li ber avahiya DBP’ê ya Şehîd Kamil kirin. Di êrîşa polîsan de Mustafa Tunç bi qapsûla bombeya gazê  birîndar bûn.

Pevçûn didomin.