Li Dîlok û Îzmîrê êrîşên nîjadperest
Li Dîlok û Îzmîrê êrîşên nîjadperest
Li Dîlok û Îzmîrê êrîşên nîjadperest
Komên nîjadperest li Dîlokê êrîşî çalakiya bi armanca piştgiriya Kobanê dihat lidarxistin kirin. Nîjadperestan avahiya DBP’ê ya Şahînbey şewitandin, li Îzmîrê jî komeke nîjadperest êrîşî DBP’yiyan kir.
Welatiyan bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê xwestin li Taxa Vatan çalakiyekê li dar bixin. Di çalakiyê komên nîjadperest êrîşî girseyê kirin. Komên nîjadperest paşê ber bi avahiya DBP’ê ya Şahınbey bûn û avahî şewandin.
Li Îzmîrê jî Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Îzmîrê Ramazan Kaygisiz û 4 rêveberên DBP’yî li Taxa Gurçeşme ya girêdayî navçeya Konak bûn rastî êrîşa komeke faşîst a ji 10 kesan hatin. Koma ku bi kêr û çekan êrîş kir Ramazan Kaygisiz ji kemaxa wî birîndar kirin. Kaygisiz ê rewşa wî baş e wê sibe gilî bike.