Li Dîlok dibistana navîn û li Stenbolê jî depoyeke ya pakêtkirinê şewitandin

Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Dîlokê dibistaneke navîn û li Stenbolê depoyeke ya paketkirinê şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku 11’ê Hezîranê li navçeya Nîzîp a Dîlokê ‘avahiya dibistana navîn a navêdên asîmlasyon û helandina ciwanên Kurd a rejîma faşîst û mêtinger kirin hedef.”

Însyatîfê got: “Ji niha û şûnde wê li Kurdistanê hemû sazî û xebatên perwerdehiya faşîstan di hedefa me de bin.”

Di dewama daxuyaniyê de însyatîfê got ku 11’ê Hezîranê li Ataşehîr a Stenbolê depoyeke ya paketkirinê şewitandine. Însyatîfê diyar kir ku bi saetan depo şewitiye.