'Li dijî zilma AKP'ê divê her kes fitrên xwe bişînin Kurdistanê'
Endama Şûra CÎK'ê Semra Temel diyar kir, li dijî zilma AKP'ê divê Kurdên li Ewropayê dijîn, fitrên xwe yên îsal bişînin Bakurê Kurdistanê û got, "Di roja îro de, piştgiriya ji bo Kurdan wezîfeya her Misilmanî ye."
ANF
KOLN
sêşem, 28 pûşperê 2016, 07:00
Endama Şûra Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Semra Temel bi wesîleya meha Remezanê bang li Misilmanên li Ewropayê dijîn kir. Temel, Erdogan weke 'wehşî' bi nav kir û ragihand, Erdogan û AKP bi bikaranîna Îslamiyetê hatine ser desthilatdariyê û bang li hemû Misilmanan kir, ku li dijî van têbikoşin. Temel bibîr xist, meha Remezanê aştî, xwişk-biratî, xweşbînî û piştgirî ye û got, "Di roja îro de alema Îslamê vê nadijî. Bi giranî bi şer û bihevketinê tê bîranîn. Bi tenê bi 'Îslamiyetbûnê' dilîze. Lê em Kurd, li Rojhilata Navîn bi Îslamiyeat rasteqîn dijîn."
'GIRÎNG E HER KES LI DIJÎ ERDOGAN TÊBIKOŞE'
Der heqê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de Temel wiha xaivî: "Wehşeke mîna Erdogan, ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê nîne. AKP û Erdogan Îslamiyet bi kar anîn û bi vî rengî bûn desthilatdar. Eger bi rastî jî me nezanîbûna Îslamiyet çiye, me yê dev jê berda. Ev dijminê Îslamiyet û însaniyetê ne. Li dijî van zaliman girîng e her kes bibin yek û têbikoşin."
'FITRÊN XWE BIŞÎNIN HERÊMÊN BERXWEDANÊ'
Semra Temel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meha Remezanê û got, "Meha Remezanê tê wateya fêmkirina rewşa birçî û xizmanan e. Tê wateya piştgiriya ji bo wan. Piştgiriya ji bo hewcedaran e. Yên niha hewcedar in, Kurd in. Lewma divê her kes destê xwe deynin ser wijdanê xwe û alîkariyê bidin gelê xwe."
Temel ev bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir: "Pêwîste gelê me yê li Ewropayê dijî, fitrên xwe îsal bi rêya Civaka Îslamî ya Kurdistanê bişîne herêmên berxwedanê yên li Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku bi taybetî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê trajediyeke giran bi serê gelê me de hat. Dewleta Tirk malên mirovên me şewitand, bajarên me şewitand. Tevî gelê me her kesî ev bi rengekî zelal û vekirî dît. Ev meh di heman demê de tê wateya piştgirî, welatparêzî û têkoşînê. Girîng her kes bi vî rengî binirxîne. Niha li hemû mizgeft û nûnertiyên me ev kar tê meşandin. Di vê hefteya dawî ya meha Remezanê de em ban li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jinan dikin ku bi berpirsyarî rabin."