Li dijî tecrîdê li Saratovê greva birçîbûnê dest pê kir

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdên li navçeya Erşov a bajarê Saratovê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li navçeya Erşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir.

Grevê li Navenda Çanda Kurd a Erşovê dest pê kir û bi bîst kesan dewam dike.

Alîkarê Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê Mîrzaelî Yûsûbov di dema çalakiyê de axivî û got, "Mafê gelê Kurd de ku çarenûsa xwe diyar bike. Ev yek mafekî gerdûnî ye û pêşîgirtina li vî mafê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Gelê Kurd li çar aliyên cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûye ser piyan. Divê ev yek bê dîtin û bersiv ji daxwazan re were dayin. Kurd heta ku azad bibin wê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin."

Seroka Meclîsa Jinê ya Erşovê Gulîzer Yûsûboaa jî got, "Divê herî zêde jin xwedî li Rêbertî derkevin, ji ber ku rêbertî herî zêde ji bo azadiya jinê têkoşiya. Divê jinên Kurd xwedî li van çalakiyên ku Leyla Guven pêşengiyê jê re dike, derkevin. Heta ku tecrîd neyê rakirin divê nesekinin."

Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên li Kurdistanê û derveyî welat hatin silavkirin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê hatin şermezarkirin.