Li dijî qetlîamên li Kurdistanê CDÛ hat ziyaretkirin
Heyeta Kurdistanî CDÛ ziyaret kir, bal kişand ser qetlîamên AKP’ê.
Heyeta Kurdistanî CDÛ ziyaret kir, bal kişand ser qetlîamên AKP’ê.
Li bajarê Hannover ê Elmanya endamên YXK, Ciwanên Azad û TJK-E Partiya Yekîtiya Demokrat a Xrîstiyanan (CDÛ) ziyaret kir. Heyet di avahiya partiyê de hat pêşwazîkirin, têkîldarî êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê agahî parve kir.
Di ziyaretê de heyetê dosya radestî rayedarên CDÛ kir, destnîşan kir ku çekên Elmanya didin dewleta Tirk li dijî Kurdên sivîl tên bikaranîn.
‘ÇEKÊN JI ELMANYA TÊN STANDIN KURDAN QETIL DIKE’
Kurdistaniyan li dijî bêdengiya hikûmeta Merkel bertek nîşan dan, wiha gotin: “Çeteyên AKP’ê yên bi zîhniyeta DAIŞ’ê bajarên Kurdistanê dorpêç kirine û sivîlan, zarokan, jinan qetil dikin.”
Rayedarê CDÛ diyar kir ku AKP’e rêbazên demokratîk naşopîne, got ku pêkanînên li Kurdistanê qebûl nakin. Ji axaftina rayedarê partiyê hat fêmkirin ku ji qetlîaman re bê deng dimînin.
Ji heyeta ku hevdîtin pêk anî Ayfer Amara wiha anî ziman: “Wê li Hannover û derdora wê çalakî bidomin, bêdengiya Elmanya em ê bi çalakiyan bişkînin.”
Amara ji bo mîtîng û meşa rojên Pêncşem û Şemiyê banga tevlîbûnê kir.