Li dijî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin bertek

Li dijî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin bertek

Çalakiyên şermezarkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin li Wan, Mûş, Edene û navçeyên wan bi girseyî hatin şermezarkirin. Girseyên ku li Wan, Bêgirê, Êlih Mûş, Melezgîrt, Eden û Mêrsînê çalakî hatin lidarxistin. Girsê xwest bi lezgîn kujer bên darizandin û bûyer ronî bibe.

WAN

Endamên TUYAD-DER'a Wanê, 3 siyasetmedarên Kurd yên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, GOÇ-DER, endamên meclisa giştî ya bajar, KURDÎ-DER û xizmên windayan amade bûn. Di civînê de Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun, qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin şermezar kir û diyar kir ku, ev karê gladyoya hevpar a navneteweyî ye.

BÊGIRÊ

Rêxistina BDP'ê ya Bêgirê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê yê Bêgirê Vahap Arslan da zanîn ku, di vê pêvajoya ku bi PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tê, ev qetilkirin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Arslan anî ziman ku, ne tenê Tirkiye, Fransa û welatên Ewropayê jî berpirsyarê vê yekê ne. Arslan da zanîn ku, ev komkujî zerarê dide tevgera azadiya kurdan.

MÛŞ

Rêxistina BDP'ê ya Mûşê jî çalakî pêk anî û qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin şermezar kir. Rêveberên TUYAD-DER, BDP'ê jî di nav de bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta avahiya Şaredariyê meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta "Destê dirêjî aştiyê dibin bila bişkên" vekir û Girseyê bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Destê dirêjî aştiyê dibin bila bişkên" qîriyan. Piştî meşê li ser navê komê Serokê BDP'a Mûşê Naîf Erol, komkujî şermezar kir û xwest bi lezgîn berpirsyar bên dîtin.

MELEZGÎRT

Rêxistina BDP'ê ya Melezgîrta Mûşê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Rêveberên BDP'a Melezgîrtê Şaredarê Melezgîrtê M.Nuri Balci û gelek welatiyên din amade bûn. Komê rêz girt û daxuyanî da. Li ser navê komê Rêveberê BDP'ê Nihat Kalin, qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd şermezar kir.

EDENE

Platforma Şaxan a KESK'ê, Nûneriya Herêma Edeneyê ya DÎSK'ê, Lijneya Koordînasyona Edene ya TMMOB'ê Odeya Tabîban a Edeneyê, nûnerên HALKEVLERÎ, ÎHD, TUHAY-DER, Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Komeleya Çanda Elewiyan, Komeleya Dêrsimiyan, ANADOLU-DER, HDK, BDP û ODP, qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kir. Nûnerên saziyan li şaxa SES'ê daxuyanî da û qetilkirina 3 jinan şermezar kir.

MÊRSÎN

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê û qetilkirin şermezar kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî 80 nûnerên saziyên civakî yên sivîl (STK) û odeyên pîşeyan, têkildarî qetliyama 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku li paytexta Fransa Parîsê bi hovane hatin qetilkirin bi girseyî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û bûyer hate şermezarkirin. Daxuyanî li ber Parqa Ataturkê hate li dar xistin. Di daxuyaniyê de nûnerên 80 STK û odeyên pîşeyan, endam û rêveberê BDP, nûnerên HDK ên niha nobedariya dildar ya BDP’a Êlihê dikin, hilbijêrên BDP’yî, jin û gelek welatî amade bûn.

Li ser navê STK û odeyên pîşeyan rêveberê Baroya Êlihê Prz. Tayyar Ekmen daxuyanî xwend. Ekmen diyar kir ku, hevdîtin piştî di raya giştî de hate bihîstin ji gelek derdor û aliyan destek stand û kelecanek mezin afirandiye. Ekmen desnîşan kir ku, ev hewldanên dirêj û dijwar ku pêk hatine û got ew hêzên aştiyê naxwazin dest bi van provokeyan kirine û ji niha şûn ve xuya dike ku, li Fransa bi sûîkasta ya menfûr tê fêm kirin.

Ekmen ev tişt got: “Em bawer dikin ku dê ji bo lêgerîna aşîtiyê hewldanê provoke nikaribin desteka civakî, îradeya siyasî û bendewariyê aşitiyê pişt çav bibin. Dema pirsigirêka Kurd bê çareserkirin dê tenê ne ji bo pirsgirêka Kurd, dê ji bo pevçûn û pirsgirêkên Rojhilata navîn jî bibe pêşkêşiya çareseriya modala aşîtiyê.”

Piştî daxuyaniyê girse bi awayekî bê deng belav bû.