Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Stockholmê xwepêşandan hat lidarxistin

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, duh xwepêşandanek lidar xistin.

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, duh xwepêşandanek lidar xistin.

Kurdistanî û dosten wan li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd saet di 13:30 de li meydana Marîatorgetê ya li navenda bajêr civiyan. Di xwepêşandanê de tevî wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, alên PKK, PJAK, KCK, PYD, YPG hatin hilgirtin û girseya gel ber bi meydana Medborgarplatsenê meşiya.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Tahîr Elçî û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hat kirin û bal hat kişandin ser qedexeyên derketina derve û komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî sivîlan tên kirin.

Qisekeran ragihandin ku PKK li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, gelê Kurd diparêze û dan zanîn ku PKK û YPG hêza herî bi bandore ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Bang li Yekîtiya Ewropa, DYA û hemû welatên demokratîk hat kirin ku li dijî vî şerê AKP'ê li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin derkevin û navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' derxînin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê WÊ LI STOCKHOLMÊ BÊ PÎROZKIRIN

Di vê navberê de wê îro (29'ê Mijdarê), ji bo pîrozkirina 37. salvegera damezrandina PKK'ê li taxa Hanînge ya Stockholmê li Parabol Restorantê çalakiyek bê lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de wê Cewat Merwanî, agrîn Azad, Evîn, Bêrîdan û Koma Med derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.

Pîrozbahiya li Stockholmê wê saet di 16:00 de destpê bike.

...