Li dijî nûçegihanê MA'yê doz hate destpêkirin

Li dijî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Guleş bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' doz hate destpêkirin. Hinceta dozê jî parvekirina nûçeyê li ser medya dîjîtal bû.

Gilîname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate amadekirin û ji du rûpelan pêk tê.

Nûçeyên ku rojnamevan Guleş li ser hesabê 'X'ê parve kir, ji aliyê aliyê dadgeriya Tirk ve hatin krîmînalîzekirin. Pênc nûçeyên ku Guleş parve kir ku çar jê yên wî bi xwe bûn, weke mijara sûcdariyê hatin nîşandan.

Guleş anî ziman ku beyanên di îdîanameyê de hene karên pîşeyî ne.

Dozger bi 'propagandaya rêxistinê' ku sûcdariyeke kêfî û bi rêk û pêk e, Guleş sûcdar kir.

Îdîaname pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Giran a 4'emîn a Amedê hate kirin û rûniştina destpêkê jî wê di 5'ê Îlonê de pêk were.